Serokwezîrê Iraqê, daxwaza zêdebûna hewldana îstixbaratî li dijî DAIŞ`ê kir
Serokwezîrê Iraqê, xwest ku bila hewldanên îstixbaratî û eskerî ji bo girtina pêşiya girtina terorstan li parêzgeha Diyalê bên berfirehkirin.
Li gorî rapora Fars News`ê, û ji zarê malpera nûçan a Dicleyê, Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê gişt hêzên çekdar ên Iraqê îro duşemiyê li sefera parêzgeha Diyalê, tevî hevdîtina bi fermandên ewlehiyê re li meqera fermandehiya vê parêzgehê got: Divê operasyonên hûr û kûr û berdewam li dijî paşmayiyên komên cinayetkar ên DAIŞ`ê cih werin û hemî veşartgehên wan werin peydakirin û bên kavilkirin û rê nedin ku ji bin barê cizakirinê birevin.
Ji 7 Tîrmehê, operasyona eskerî ya berfireh a hêzên hevpar ên iraqî ji bo paqijkirina navçên rojhilata bajarê Tûzxormaûyê û riya Diyalê- Kerkûkê destpê bûye.
Li gor raporeke din, navenda ragahndinê ya erkantiya feermandehiya hevpar a Iraqê li bara kuştina 20 terorstên DAIŞ`ê li gundê Badûşê li bakurê parêzgeha Neynewayê agahî da û got: Vê erkantiyê kariye 9 tûnlên bin erdê yên maynkirî û 75 maynên destçêkirî yên DAIŞ`ê li vî bajarî û gundên Qeryet El-Selam û El-Dewaneş û Bedene El-Kebîrê tev 15 mûşekên Katyûşa peyda bikin û pûç bikin.
Di hemne demê de, hêzên Heşda Şebî yên Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê li bara bêencambûna êrişa çar sebebkarên întiharî yên DAIŞ`ê li bakurê parêzgeha Selahedînê û kuştina wan agahî dan.
Qasim Muslih ji fermandên Heşda Şebî li beşa rojava parêzgeha Enbarê jî raghand ku topxana Heşda Şebî bi bombebarana navça sînorî ya El-Sûseyê ya Sûriyê karî ku serkirdeyekî DAIŞê tev hjmarek din ji terorîstan bikujin.