Peydakirina gorna komî ya cinayeta hovane ya DAIŞ` ê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293441-peydakirina_gorna_komî_ya_cinayeta_hovane_ya_daiŞ_ê_li_iraqê
Komîta bîranîna cinayetên terorîstên DAIŞ`ê li navenda eskerî ya Spaykerê li bara peydakirina goreke komî li vê navçê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2018 14:31 Asia/Tehran
  • Peydakirina gorna komî ya cinayeta hovane ya DAIŞ` ê li Iraqê

Komîta bîranîna cinayetên terorîstên DAIŞ`ê li navenda eskerî ya Spaykerê li bara peydakirina goreke komî li vê navçê agahî da.

 Li gorî rapora roja  yekşemiyê ya Fars News`ê, li vê gora komî, meytê 36 goriyên din ên cinayeta DAIŞ`ê li navenda eskerî ya Spaykerê li parêzgeha  Selahedînê hatiye keşfkirin.

 Ev gorna komî li hewşa koşkên serokkomariya Tekrîtê li parêzgeha  Selahedînê hatiye peydakirin.

  Terorîstên  DAIŞ`ê Hezîrana  2014`an  êriş kirin ser navenda eskerî ya Spaykerê li parêzgeha  Selahedînê û 1700 xwendekarên  eskerî kuştin.

 Li Adara 2015` an  û piştî azadiya Tekrîtê li parêzgeha  Selahedînê, bi dehan gorên  komî ku meytê kuştiyên  Spaykerê li wir hatibûn definkirin, peyda bû lê geriyana  ji bo peydakirina  gornên komî yên din têkildarî vê cinayetê didome.

 Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, dadgeheke iraqî îro yekşemê endamekî  terorîstên DAIŞ`ê ku li kuştina 16 xelkê sivîl ên iraqî li nexweşxana  Mûsilê dest hebû,hikmê îdamê da.

 Vî terorîstî tevî ku li bara kuştina  xelkê sivîl  ên iraqî li nexweşxana  Mûsilê li xwe mukir hatiye, her wiha  gortiye ku  li opersyona terorîstî li dijî hêzên ewlehiyê jî dest hebûye.