Li Bexdayê 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene
Tîrmeh 05, 2018 08:12 Asia/Tehran
Li Bexdayê du teqîn pêk hatin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn.
LI gor nûçeya Rûdawê li Bexdayê du teqîn pêk hatin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Li navçeya Suleyiyê ya Bexdayê li bazara çûkan du teqîn pey hev çêbûn. Piştî teqîna yekem hêzên ewlehiyê cihê bûyerê xistine bin kontrola xwe û piştre jî teqîna duyem rû daye.
Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînan de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Birîndarên herdu teqînan bo dermankirinê veguhestine nexweşxanên derdorê.