Ebadî: Hinek kes hîn jî dixebitin ku wan hîn jî heqê çekgirtinê hebin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292266-ebadî_hinek_kes_hîn_jî_dixebitin_ku_wan_hîn_jî_heqê_çekgirtinê_hebin
Serokwezîrê Iraqê û qumandê hêzên çekdar ên vî welatî bal kşand ser viya ku pêwîst e hêzên çekdar bêla bibin û xwe ji dijberiyên siyasî dûr bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 17, 2018 13:53 Asia/Tehran
  • Ebadî: Hinek kes hîn jî dixebitin ku wan hîn jî heqê çekgirtinê hebin

Serokwezîrê Iraqê û qumandê hêzên çekdar ên vî welatî bal kşand ser viya ku pêwîst e hêzên çekdar bêla bibin û xwe ji dijberiyên siyasî dûr bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê hêzên çekdar ên vî welatî li hevdîtina bi qumandê hêzên ewlehî û eskerî yên vî welatî re li bargeha qumandetiya operasiyona hevpar ser girîngiya bêlabûna hêzên çekdar li dijberiya siyasî destnîşan kir û got: Pêwîst e ku hêzên çekdar ên Iraqê parêzvaniya welatiyên iraqî bikin.

Ebadî li vê hevdîtinê bal kişande ser viya ku pêwîst e heqê biçekbûnê bi tenê li destê dewletê da bibe û got: Hin xebat li nav Iraqê têne kirin ku heqê biçekbûnê bigrin destê xwe li halê ku her alî û grûpek li nav Iraqê ku bixwaze heqê biçekbûnê bîne destê xwe, tê wateya xebata ji bo alozkirina Iraqê.

Wî bal kişand ser viya ku piştî şerê dijî DAIŞ`ê, şerê dudyan a dewleta Iraqê şerê digel gendeliyê ye û got: Pêwîst e ku hêzên çekdar ji her cure gendeliyekê dûr bin.