2 teqînên terorîstî li rojavaya Kerkûk qewimîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292210-2_teqînên_terorîstî_li_rojavaya_kerkûk_qewimîn
Çavkaniyên mêdyayî ji qewimîna 2 teqînên terorîstî li rojavaya Kerkûkê û birîndarbûna hejmarek ji hêzên ewlehiyê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2018 17:18 Asia/Tehran
  • 2 teqînên terorîstî li rojavaya Kerkûk qewimîn

Çavkaniyên mêdyayî ji qewimîna 2 teqînên terorîstî li rojavaya Kerkûkê û birîndarbûna hejmarek ji hêzên ewlehiyê agahî dan.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Sûmeriye News`ê, ev teqîn li nêzîkî bajaroka Hewîcê li rojavaya Kerkûkê qewimîn.

Li dû van teqînan, hejmarek ji hêzên ewlehiyê yên li nêzîkî Hewîcê bi giranî birîndar bûn û ew veguhestine nexweşxanê.

Di eynî demê de hêzên hevpar ên iraqî bi minasibeta Cejna Fitrê, tivdîrên giran ên ewlehiyê li seranserî vî welatî ji wan li Bexdayê girtin ber xwe ta ku pêşiya her cure êrişa muhtel a terorîstî bigirin.

Ehmed Xelef, yek ji hêzên polîsê Bexdayê, di vî warî de got: Hêzên sekinîna li hember terorîsmê, polîsê xwecî, artêş, polîsê federal, dayireyên istixbaratî û ewlehiyê yên piştevan, ji sibeha duh îniyê ve li gişt Iraqê li halê amadetiyê ne û ew rewşa dê heya dawiya şahiyên cejna Remezanê berdewam be.