Pêşwazîya komên sîyasî yên iraqî ji lezandina pêkanîna kabîna nû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292176-pêşwazîya_komên_sîyasî_yên_iraqî_ji_lezandina_pêkanîna_kabîna_nû
Komên curbicur ên sîyasî yên iraqî ji pêşnîyara serokwezîrê vî welatî ji bo lidarxistina civîna bi merema lihevkirina di warê pêkanîna kabîna nû de pêşwazî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2018 08:21 Asia/Tehran
  • Pêşwazîya komên sîyasî yên iraqî ji lezandina pêkanîna kabîna nû

Komên curbicur ên sîyasî yên iraqî ji pêşnîyara serokwezîrê vî welatî ji bo lidarxistina civîna bi merema lihevkirina di warê pêkanîna kabîna nû de pêşwazî kirin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê xwestîye ku komên sîyasî piştî cejna Remezanê ji bo lihevkirina di warê pêkanîna dewleta nû de bicivin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRB NEWS`ê ji Bexdayê, Nûrî Malikî alîkarê serokomar û serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya Iraqê ragihand piştgirîyê dide her pêngava cidî ya bibe sedema bidestxistina rêçareyekêji bo qeyrana li Iraqê.

Emar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî xwest ku pêkanîna fraskyona parlemanî bi merema pêkanîna dewleta pirrnîyê ya netewî bê lezandinê û xizmetguzarîya ji bo gelê Iraqê û têkoşîna li hemberî gendelîyê were destpêkirin.

Mesûd Barzanî serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) jî xwest ku komên sîyasî yên iraqî bi merema çareserkirina pirsgirêkên heyî piştî cejna Remezanê bicivin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê pêncşema buhurî di 14`ê Hezîranê de li daxûyanîyekê ji gelê Iraqê re got ku Iraq piştî hilbijartinên vê dawîyê careka din pêrgî pirsgirêka ewlehîyê bûye.

Ev gotina serokwezîrê Iraqê işaretek e ser qeyrana piştî hilbijartinên parlimanê ku têkildarî encamên wan li hin parêzgeh û deverên vî welatî pêk hatîye.