Hêtimal heye ku Nûrî Malikî tevlî hevalbendiya Sedr û Amirî bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292042-hêtimal_heye_ku_nûrî_malikî_tevlî_hevalbendiya_sedr_û_amirî_bibe
Endamê nivîsgeha siyasî ya bereya Ehlê Heq ser bi hevalbendiya Feth ragihand ku muhtemel e Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî jî bikeve nav hevalbendiya Sedir û Amirî ji bo pêkanîna dewleta nû ya Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2018 13:37 Asia/Tehran
  • Hêtimal heye ku Nûrî Malikî tevlî hevalbendiya Sedr û Amirî bibe

Endamê nivîsgeha siyasî ya bereya Ehlê Heq ser bi hevalbendiya Feth ragihand ku muhtemel e Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî jî bikeve nav hevalbendiya Sedir û Amirî ji bo pêkanîna dewleta nû ya Iraqê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Mehmûd El-Rubeyî endamê nivîsgeha siyasî ya bereya Ehlê Heq ser bi hevalbendiya Feth bal kişande ser viya ku hevalbendiya Feth roleke girîng ji bo pêkanîna feraksiyoneke mezin a parlemanî pêkhatî ji hemû aliyên iraqî û cuda ji parûpişkan hebûye.

Endamê nivîsgeha siyasî ya bereya Ehlê Heq ser bi hevalbendiya Feth got: Muhtemel e ku Nûrî Malikî serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê jî li van çend rojên pêşber bikeve nav hevalbendiya Feth û Sairûn.

Mehmûd El-Rubeyî destnîşan kir: Qeyîs Xezelî sekreterê giştî yê bereya Esaibê Ehlê Heq çarşemê tev Nûrî Malikî civiya û pê re li ser ketina Dewleta Qanûnê bo nav hevalbendiya Feth û Sairûn bona pêkanîna dewleta nû ya Iraqê gotûbêj kir.