Bexda tu carî rê nade eskerên Tirkiyê derbasî axa Iraqê bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292040-bexda_tu_carî_rê_nade_eskerên_tirkiyê_derbasî_axa_iraqê_bibin
Berdevkê nivîsgeha medyayê ya serokwezîrê Iraqê îro got: Bexda tu caran rê nede hêzên Tirkiyê ku derbasî nava axa Iraqê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2018 13:31 Asia/Tehran
  •  Bexda tu carî rê nade eskerên Tirkiyê derbasî axa Iraqê bibin

Berdevkê nivîsgeha medyayê ya serokwezîrê Iraqê îro got: Bexda tu caran rê nede hêzên Tirkiyê ku derbasî nava axa Iraqê bibin.

 Li gorî rapora KurdPressê, Sed El-Hedîsî li gotûbêja teybate bi ajansa  El-Melûm re bal kişand ser vê yekê ku hêzên Tirkiyê li halê şerê li dij hêzên PKK li çiyayên  Qendîlê li bakurê Iraqê ne û got: Bexda tu carî rê nede ku ew derbasî nav axa Iraqê bibin.

 El-Hedîsî her wiha bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye ji deheka  80`an a sedsala buhurî heya niha li halê şerê li dij hêzên PKK ye. Raporên derheq liv û tevgerên taybet ên hêzên Tirkiyê li hin navçên axa Iraqê derew da zanîn.