Ebadî: Me ji bo PKKê bi Tirkiyê re li hev nekiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291998-ebadî_me_ji_bo_pkkê_bi_tirkiyê_re_li_hev_nekiriye
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya Bexdayê de, li ser mijara operasyona Qendîlê ya Tirkiyê daxuyanî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2018 08:12 Asia/Tehran
  • Ebadî: Me ji bo PKKê bi Tirkiyê re li hev nekiriye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya Bexdayê de, li ser mijara operasyona Qendîlê ya Tirkiyê daxuyanî dan.

Ebadî diyar kir ku ew mijarê ji nêzîk ve dişopînin û got, "Çiyayê Qendîlê ji salên 1960 û 70yî ve bi kêşe ye. Lewra ew çiya gelekî asê û tevlîhev e. Hikûmetên beriya niha jî nekarîne kontrola Qendîlê bikin."

Heyder Ebadî herwiha destnîşan kir ku wan li ser mijara PKKê bi hikûmeta Tirkiyê re li hev nekiriye û wiha axivî: "Derbarê PKKê de bi Tirkiyê re rêkeftinek çênebûye. Me li ser vê mijarê gotûbêj nekirine û em negihîştine asta hevkariyê."