Sairûn û Fethê hevpeymanîya xwe ragihandin
Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda Sedir û serokê Hevpeymaniya Fetihê, Hadî Amirî ku duh ji bo pêkanîna mezintirîn hevalbendîyê li parlimana Iraqê lihev kiribûn, îro li civîneke çapemenîyê hevpeymanîya xwe ragihandin.
Li gorî rapora kanala SOMERYE NEWS`ê, Di çarçobeya hewlên aliyên siyasî yên iraqî de ji bo pêkanîna fraksyona herî mezin û pêkanîna hikûmeta nû ya wî welatî, her du lîstên Hevpeymaniya Saîrûn û Hevpeymaniya Fetihê lihev kirin û hevpeymaniyek ragihandin.
Piştî aşkerebûna vê hevpeymaniya nû, rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir ragihand, hevpeymanîtiya wan ligel Fetihê, ne li dijî hevpeymaniya wan a pêştir a li gel Bizava Hikme û Hevpeymaniya Weteniye ye
Sedir got, “Bi hevpeymaniya ligel Fetihê, em hevpeymaniya xwe ya ligel Bizava Hikme û Hevpeymaniya Weteiye diparêzin û ev li dijî wê hevpeymaniya pêştir nîne.”
Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir di hilbijartinên 12`ê Gulanê de piraniya dengan bi dest xistibû û bibû lîsta yekem. Li gorî encamên ku komîsyona hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, Saîrûn 54 kursiyên parlamentoyê bi dest xistine.
Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî jî di hilbijartinan de, bibû lîsta duyem û 47 kursiyên parlamentoyê bidest xistine.