Ebadî: Parliman û dewleta Iraqê hêjatiya îbtalkirina encama hilbijartinan tunene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291886-ebadî_parliman_û_dewleta_iraqê_hêjatiya_îbtalkirina_encama_hilbijartinan_tunene
Serokwezîrê Iraqê li civîna taxima dewletê ragihand ku parliman û dewleta Iraqê desthilat û hêjatiya îbtalkirina encama hilbijartinan tunene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2018 16:05 Asia/Tehran
  • Ebadî: Parliman û dewleta Iraqê hêjatiya îbtalkirina encama hilbijartinan tunene

Serokwezîrê Iraqê li civîna taxima dewletê ragihand ku parliman û dewleta Iraqê desthilat û hêjatiya îbtalkirina encama hilbijartinan tunene.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Heyder El Ebadî, li bara bûyera agirpêketina depoyên sîndûqên dengan got: Rapora destpêkê ya lêkolînên têkildarî agirpêketina li navenda xwedîkirina sîndûqên dengan, nîşan dide ku ev bûyer bi qesd bûye. Wî pêgîrî kir ku dewletê komîteyek ji bo vergirtina şikatên xelkê yên li ser sebebkarên pêkanîna pirsgirêkan li hilbijartinan pêk aniye.

Çend roja piştî xwesteka parlimana Iraqê ya ji bo ji nûvehejmartina dengên hilbijartina vê dawiyê ya li vî welatî, depoyeka tijî nîvê sîndûqên dengên Bexdayê, agir pê ket.