Operasyona dijî terorîstan a Artêşa Iraqê li rojhilata Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291870-operasyona_dijî_terorîstan_a_artêşa_iraqê_li_rojhilata_mûsilê
Artêşa Iraqê ji operasyona dijî terorîstan bi destê hêzên vî welatî li rojhilata bajarê Mûsilê li bakûra vî welatî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2018 14:20 Asia/Tehran
  • Operasyona dijî terorîstan a Artêşa Iraqê li rojhilata Mûsilê

Artêşa Iraqê ji operasyona dijî terorîstan bi destê hêzên vî welatî li rojhilata bajarê Mûsilê li bakûra vî welatî agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Artêşa Iraqê, îro sêşemiyê ragihand: Operasyona dijî terorîstan a hêzên iraqî li mêhwera rojhilatî ya bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê cih hatiye û di encama vê operasyonê de endamekî tekfîrî yê DAIŞ`ê hate girtin.

Eva li halekê ye ku di van rojên buhurî de hêzên iraqî karîn hejmarek endamên mayî yên DAIŞ`ê li navçeyên curbicur ên Mûsilê binasin û wan bigirin.

Di eynî demê de Baqir Ceber El Zubeydî, wezîrê avakirina rê û tranzîta Iraqê, li ser liv û tevgerên DAIŞ`ê ji bo bicihbûna li derdora Kerkûk û Samêrayê û êrişa ser Bexdayê hişyarî da û got: Ev alûgor bi piştevaniya van kesan pêk tên ku ji hêla pereyî ve piştgîriyê didin DAIŞ`ê.

El Zubeydî, destnîşan kir: Terorîstên DAIŞ`ê rewşa siyasî ya Iraqê bi awyekî narewa bi kar tînin û bi şev û roj dixebitin ku endamên xwe ji rojhilata Firatê li Sûriyê veguhêzin navçeyên nêzîkî Samêra û Kerkûkê ta ku êrişî Bexdayê bikin.