Hikmê girtina 4 gumanbarên agirberdana li navenda sindûqên dengan li Iraqê hat dayînê
Dadgehek li Iraqê hikmê girtina 4 kes ji wan sê hêzên polîs bi tawana desthebûna li agirgirtina bi qest li yek ji navendên xweyîkirina sindûqên dengan da.
Li gorî rapora sşemiyê ya IRNA`yê, ya IRNA`yê, televîzyona Iraqê roja duşemiyê raghand ku sê kes ji gumanbarên hanê ji hêzên polîs in û kesê çara jî kedkarê komîsyona bilind a hilbijartinê ye.
Di hemen demê de, Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê Li daxûyaniyekê derheq êrişa ser navenda sindoqên dengdanê û şewitandina vê navendê ragihand ku pêwîst e li vê barê lêkolîn were kirin û bê şik mista hesinîn li hêviya wan kesan e ku dixwazin ewlehiya Iraqê têk bidin.
Navenda herî mezin a parastina sandiqên dengan berî jinûvehejmartina dengan a bi destan tûşî agirpêketinê bû û tam di nava êgir de şewitî.
Parlimana Iraqê roja çarşem 6`ê Hezîranê li civîneke awarte xwest ku hemî dengên hilbijartinên vê dawîyê yên parlimana vî welatî ji nû va bi destan bên hejmartin.
Çarmeîn hilbijartinên parlemana Iraqê, 12 Gulanê bi awayê elektronîkî cih hat lê belgên dengdayînê jî piştî tomarkirinê tên xistin nava sindûqa dengan.