Cebûrî daxwaza birêketina ducarî ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291728-cebûrî_daxwaza_birêketina_ducarî_ya_hilbijartina_parlemanî_ya_iraqê_kir
Serokê parlemana Iraqê daxwaza birêketina ducarî ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê kir û ragihand ku pêwîste kesên ku li van hilbijartinên parlemanî sextekarî kirine werin mehkemekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2018 06:02 Asia/Tehran
  • Cebûrî daxwaza birêketina ducarî ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê kir

Serokê parlemana Iraqê daxwaza birêketina ducarî ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê kir û ragihand ku pêwîste kesên ku li van hilbijartinên parlemanî sextekarî kirine werin mehkemekirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê duh yekşemê bal kişande ser agirketina nav bingehekî serekeye ragirtina sandiqên dengdna hilbijartina parlemanî ya vî welatî û got: Gere ku ew kesên sextekar li vê hilbijartinê werin sizakirin.

Wezareta karên hundur a Iraqêduh yekşemê ragihand:  navenda herî mezin a parastina sandiqên dengan berî jinûvehejmartina dengan a bi destan tûşî agirpêketinê bû û tam di nava êgir de şewitî.

Li gorî vê raporê, pirranîya sandiqên dengan li vê navendê di nava êgir de şewitîne û personelên agirvemirandinê jî ji bo yên li gorî ihtimalê mane, hewil didin.

Parlimana Iraqê roja çarşem 6`ê Hezîranê li civîneke awarte xwest ku hemî dengên hilbijartinên vê dawîyê yên parlimana vî welatî ji nû va bi destan bên hejmartin.

Parlimana Iraqê li wê civînê, karê Komîsaryaya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinan da sekinandinê û ragihand: 9 dadwerên erkdarê çavdêrîya ser demajoya hilbijartinan hatin bijartin.