Bexda: Agir berbû navenda parastina sandiqên dengdana li hilbijartinên parlimana Iraqê
Wezareta karên hundur a Iraqê ragihand ku agir berbû navenda parastina sandiqên dengdana li hilbijartinên parlimana Iraqê ya li Bexdayê.
Wezareta karên hundur a Iraqê îro ragihand, navenda herî mezin a parastina sandiqên dengan berî jinûvehejmartina dengan a bi destan tûşî agirpêketinê bû û tam di nava êgir de şewitî.
Li gorî vê raporê, pirranîya sandiqên dengan li vê navendê di nava êgir de şewitîne û personelên agirvemirandinê jî ji bo yên li gorî ihtimalê mane, hewil didin.
Parlimana Iraqê roja çarşem 6`ê Hezîranê li civîneke awarte xwest ku hemî dengên hilbijartinên vê dawîyê yên parlimana vî welatî ji nû va bi destan bên hejmartin.
Parlimana Iraqê li wê civînê, karê Komîsaryaya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinan da sekinandinê û ragihand: 9 dadwerên erkdarê çavdêrîya ser demajoya hilbijartinan hatin bijartin.