Teqîn li Diyala Iraqê: 24 kuştî û birîndar
Duh brêvarê li bajarê Diyala li taxa Xasê di nav qada bazarê de bombeyek teqiya. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Fars Newsê, ev teqîna şemiyê şevê li bazareke kevnar a navça El-Xasê ya parêzgeha Diyalê qewimî.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicur ên vî welatî de hene û bi awayekî berbilav operasyonên terorîstî cih tînin.
Koma terorîstî ya DAIŞê li sala 2014`an bi piştgiriyên aborî û leşkirî yên Emerîka û hevpeymanên wan ên erebî û rojavayî bi êrişa ser Iraqê, hin beşên berfireh ji navçên bakur û rojava vî welatî dagir kirin û gelek cinayet kirin. Piştî wê Iraqê ji Îranê xwest ku bila bona rawstana li ber terorîstan alîkariyê bide Bexdayê.
Hêzên iraqî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê, îniyê 17 Mijdara 2017`an karîn ku bajarê Raweyê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê azad bikin. Bi azadkirina vî bajarî emrê DAIŞ`ê di pratîkê de bi dawî hat.