El-Weteniye li ser pêkhatina hevpeymaniya mezin a bi beşdariya gişt partiyan disekine
Hevalbendiya El-Weteniye bi serokatiya Eyad Elawî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî hevpeymaniya xwe bi Hevalbendiya Sairûn û Tevgera El-Hikmet El-Wetenî re şirove kir û li ser pêkhatina hevpeymaniya mezin a bi beşdariya gişt partiyan pêgîrî kir.
Li gor nûçeya Kurdpressê, Hevalbendiya El-Weteniye bi serokatiya Eyad Elawî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî nûçeyên li ser Lihevkirina Hevalbendiya xwe û du hevalbendiyên Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedir û Tevgera El-Hikmet El-Wetenî bi serokatiya Emar Hekîm pişt rast kirin û eva rêçareyeke baş ji aliyê hevpeymaniya sê-alî bona pêkanîna fraksiyona mezintir li parlemanê da zanîn.
Li gor vê daxuyaniyê wer xuya dike ku sê hevalbendiyên hanê ku bi hev re ser hevalbendiyeke mezin rê ketine, dil hene bi partî û komên serketî li hilbijartinên meclisa Iraqê, patiyên wekî El-Nesir, El-Feth, Dewleta Qanûnê, Partiya Demokrat a Kurdistanê û El-Qirar El-Iraqî re ser pêkanîna Fraksiyoneke mezintir li parlemanê rê bikevin.