Ereb û tirkmenan sanduqên dengan li Kerkûkê dorpêç kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291588-ereb_û_tirkmenan_sanduqên_dengan_li_kerkûkê_dorpêç_kirin
Endamê nivîsgeha siyasî ya partiya tirkemanî ya ÎLî li Kerkûkê ragihand ku tirkmen û ereban embara sanduqên dengan yên hilbjartinên meclisa Iraqê li vî bajarî dorpêç kirine û heya ku ew negihêjin armancên xwe dev ji vê dorpêçiyê bernadin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2018 09:00 Asia/Tehran
  • Ereb û tirkmenan sanduqên dengan li Kerkûkê dorpêç kirin

Endamê nivîsgeha siyasî ya partiya tirkemanî ya ÎLî li Kerkûkê ragihand ku tirkmen û ereban embara sanduqên dengan yên hilbjartinên meclisa Iraqê li vî bajarî dorpêç kirine û heya ku ew negihêjin armancên xwe dev ji vê dorpêçiyê bernadin.

Li gor nûçeya Kurdpressê, Endamê nivîsgeha siyasî ya partiya tirkemanî ya ÎLî li Kerkûkê Muhemed Mêmarîoglu li gotûbêja xwe bi malpera nûçeyan a  Naw ya Kerkûkê re got: Tirkmen û erebên Kerkûkê bawer in ku li hilbijartinan li vî bajarî de sextekariyên zav bûne loma wan embara sanduqên dengan yên hilbjartinên meclisa Iraqê û nivîsgeha Komîsiyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê li vî bajarî dorpêç kirine û nahêlin ku sanduqan biben Bexdayê.

Mêmarîoglu got ku ev karê tirkmen û ereban ser daxwza ti aliyekê nebûye û wan bi xwe ev biryara dane  û hewl didin ku dengê xwe bigihînin guhê Civaka Cîhanî û Yekitiya Ewropayê.

Wî herwiha got: Ev kiryara ereb û tirkmenan heya wê demê berdewam dike ku xwesteka wan cih were û dengên xelkê dubare bên hejmartin.