Dîplomatekî Siûdî ji Iraqê hate derxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291458-dîplomatekî_siûdî_ji_iraqê_hate_derxistin
Malpera nûçeyan a Erebî 21`an, ragihand: Iraqê dîplomatekî Erebistana Siûdî ji ber destwerdana li hilbijartina parlimanî ya vî welatî, derxistiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2018 11:40 Asia/Tehran
  • Dîplomatekî Siûdî ji Iraqê hate derxistin

Malpera nûçeyan a Erebî 21`an, ragihand: Iraqê dîplomatekî Erebistana Siûdî ji ber destwerdana li hilbijartina parlimanî ya vî welatî, derxistiye.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya kanala AL ALAM`ê, malpera nûçeyan a Erebî 21`an ji zarê çavkaniyên agehdar ragihand: Dewleta Iraqê, Yehya Şerahîlî, dîplomatê Siûdî û kardarê berê yê balyozxana Erebistanê li Bexdayê, derxist û wî kesekî neqenc bi nav kiriye.

Yehya Şerahîlî, ku di sala 2016`an ji Iraqê derketibû û niha alîkarê Samir El Sehban, wezîrê şêwirmendê Siûdî li karûbarên Kendava Fars`ê ye, berî hilbijartinên li Iraqê hewl dabû bi aliyên curbicur ên siyasî, şîe û suniyan, bikeve têkiliyê û bandorê dayne ser hilbijartina parlimanî ya Iraqê.

Berî niha jî Samir El Sehban, balyozê Erebistanê li Bexdayê ji ber destwerdana li karûbarên navxweyî yên Iraqê û piştgîriya ji terorîstên DAIŞ`ê, ji Besdayê hatibû derxistin.

Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê, şemiyê 12`ê meha Gulana sala 2018`an bi beşdariya nêzî 11 mîlyon iraqiyan û bi asta beşdariyê ya zêde ji sedî 44`an hate li darxistin.