Li teqînên Bexdayê zêde ji 100 kesî hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291430-li_teqînên_bexdayê_zêde_ji_100_kesî_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
Çavkaniyên nûçeyan hejmara goriyên teqînan li bajarokê Sedr a Bexdaya paytexta Iraqê zêde ji 100 kuştî û birîndarî dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2018 07:01 Asia/Tehran
  • Li teqînên Bexdayê zêde ji 100 kesî hatin kuştin û birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan hejmara goriyên teqînan li bajarokê Sedr a Bexdaya paytexta Iraqê zêde ji 100 kuştî û birîndarî dan zanîn.

Li gorî rapora Al Alamê, Êvara Çarşemiyê du teqînan taxeka bajarokê Sedr a Bexdayê hejandin ku di encama wê da 18 kes hatin kuştin û herîkêm 90 kes birîndar bûn.

Berdevkê fermî yê wezareta karên hundir a Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Du teqîn li ambareka cebilxaneyan qewimîne û hêzên ewlehiyê yên Iraqê lêkolînên xwe derbarê wê dest pê kirine.

Rayedarekî Polîsê Bexdayê jî got: Ev muhîmat li avahiyeka nêzikî mizgeftekê bûn û teqîna wan di dema veguhestina wna ji nav mizgeftê bo erebeya ku li nêzikî wê hatibû rawestandin, qewimî.

Beriya vê yekê hatibû ragiahndin ku du teqîn hevdem digel hev û ji ber lêketina erebeya bombebarkirî li bajarokê Sedr ê Bexdayê qewimîne.