Ebadî: Gilînamên têkildarî binpêkarîyên intimalî yên hilbijartinên parlimanê dê bên hilkolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291404-ebadî_gilînamên_têkildarî_binpêkarîyên_intimalî_yên_hilbijartinên_parlimanê_dê_bên_hilkolandin
Serokwezîrê Iraqê got: Dewlet yê gilînamên têkildarî binpêkarîyên inhimalî yên hilbijartinên parlimanê bi rêya Komîteya Bilind a Wezareta Karên Hundur hilkolîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2018 17:06 Asia/Tehran
  • Ebadî: Gilînamên têkildarî binpêkarîyên intimalî yên hilbijartinên parlimanê dê bên hilkolandin

Serokwezîrê Iraqê got: Dewlet yê gilînamên têkildarî binpêkarîyên inhimalî yên hilbijartinên parlimanê bi rêya Komîteya Bilind a Wezareta Karên Hundur hilkolîne.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê herwiha got: Civata wezîran razî bûye ku Komîteya Bilind a Wezareta Karên Hundur ji bo lêkolîna têkildarî babetên destwerdana li dengên hilbijartinan û sextekarîya li hilbijartinên parlimanê were pêkanînê û daxwazên vê komîteyê ji bo hilkolandina gilînamên têkildarî encamên hilbijartinên parlimanê pejirandin.

Di civîna îro ya parlamentoya Iraqê de biryar hat dayîn ku %100`ê dengên hilbijartinan ên hemû sindoqan bi destan werin hejmartin.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistana Iraqê yê li Parlementoya Iraqê Musena Emîn jî ragihand: “Biryarên îro dîrokî bûn û deng dê bi destan werin hejmartin û kesên ku sextekarî nekirine, nabe ev yek ji wan re nexweş be.”