20 endamên DAIŞ`ê li Mûsilê hatine girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291374-20_endamên_daiŞ_ê_li_mûsilê_hatine_girtin
Berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê, ragihand ku 20 terorîstên DAIŞ`ê li bakûrê rojavaya vî welatî hatine girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2018 11:39 Asia/Tehran
  • 20 endamên DAIŞ`ê li Mûsilê hatine girtin

Berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê, ragihand ku 20 terorîstên DAIŞ`ê li bakûrê rojavaya vî welatî hatine girtin.

Li gorî raproa Bexda El Yewmê, serleşker Seid Meien, berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê, sibeha îro çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hêzên fermandetiya polîsê parêzgeha sînorî ya Neynewayê li bakûrê rojavaya vî welatî, li ser bingeha agahiyên deqîq ên ku wergirtine, operasyona paqijkirina endamên DAIŞ`ê cih aniye û di encama wê de jî 20 terorîstên DAIŞ`ê hatine girtin.

Serleşker Meien, di vî warî de herwiha pêgîrî kir ku cihê girtina terorîstên hanê, navçeyên El Heremat a yekem û pêncem li pişka rojavayî ya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê bû û di nava wan de jî hin endamên pişka ewlehî û polîsê mezhebî yê DAIŞ`ê hene.