Amerîka li Çiyayê Şingalê baregeheke leşkerî ava dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291048-amerîka_li_Çiyayê_Şingalê_baregeheke_leşkerî_ava_dike
Hat ragihandin ku Amerîka 31ê Gulanê hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 15 wesayîtan pêk tê şandiye Şingalê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 02, 2018 05:52 Asia/Tehran
  • Amerîka li Çiyayê Şingalê baregeheke leşkerî ava dike

Hat ragihandin ku Amerîka 31ê Gulanê hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 15 wesayîtan pêk tê şandiye Şingalê.

Derbarê şandina vê hêza amerîkî de hat diyarkirin ku Amerîka li Şingalê di nav hewla avakirina baregeheke leşkerî de ye.

Li gor nûçeya K24ê Qeymeqamê Şingalê Celal Xelo ragihandiye ku 15 wesayîtên leşkerî yên artêşa Amerîkayê derbasî Şingalê bûne ku ev jî amadekariya avakirina baregeheke leşkerî ye.

Xelo herwiha diyar kiriye ku Amerîka li devera Mîra ya Şingalê amadekariyên avakirina baregehê didomîne.