Şiwirkarê ewlehiya netewî yê Iraqê: Pêwendiyên navbera Têhran-Bexdayê qahîm in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291014-Şiwirkarê_ewlehiya_netewî_yê_iraqê_pêwendiyên_navbera_têhran_bexdayê_qahîm_in
Şiwirkarê ewlehiya netewî yê Iraqê bal kişande ser peywendiyên berfireh di nabera Têhran û Bexdayê û got ku welatê wî bona çareserkirina kirîza Sûriyê alîkariya Şamê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2018 11:53 Asia/Tehran
  • Şiwirkarê ewlehiya netewî yê Iraqê: Pêwendiyên navbera Têhran-Bexdayê qahîm in

Şiwirkarê ewlehiya netewî yê Iraqê bal kişande ser peywendiyên berfireh di nabera Têhran û Bexdayê û got ku welatê wî bona çareserkirina kirîza Sûriyê alîkariya Şamê dike.

Falih El-Feyaz Şiwirkarê ewlehiya netewî yê Iraqê li gotûbêja xwe yaduh pêncşemê tev telivîzyona El-Meyadîn bal kişande ser alûgorên nav Iraqê û destnîşan kir ku nerezamendiya li hemberî netîceya hilbijartina parlemanî heqê hemû aliyên işkestxwarî yan serketî di nav Iraqê ye û li rewşeke wiha da pêwîste ku dewleta pêşerojê ya Iraqê dewleta hemû iraqiyan be û pêwîst e ku hemû aliyên siyasî yên Iraqê li biryargirtinan da pişkdar bin.

Vê dawiyê parlemana Iraqê bi piraniya dengan pilana îbtalkirina dengên derve ji vî welatî û hejmartina sedî 10 ji dengên nav Iraqê bi destan pejirand.

Şiwirkarê ewlehiya netewî yê Iraqê destnîşan kir: Xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yê Iraqê xebatekî nediruste jiber ku manê û berbendan li serriya gotûbêjên di navbera aliyên iraqî çê dike.

Falih El-Feyaz herwisa ewlehiya nav Iraqê tesîr vergirtî ji ewlehiya navçê daye zanîn û destnîşan kir: Iraq artêşa Sûriyê nûnerê qanûnî yê vî welatî dizane û tev dewleta Şamê bona çareserkirina krîza vî welatî hevkariyê dike.

Wî bal kişande ser viya ku dijminatiyên Rejîma Siyonîstî derheq gelê Sûriyê têne domandinê ragihand: Iraq piştevanê berxwedana gelê Filistînê û zivirîna wan bo ser axa wan e.