Bicihbûna 20 hezar endamên DAIŞ`ê yên çekdar li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288842-bicihbûna_20_hezar_endamên_daiŞ_ê_yên_çekdar_li_iraqê
Alîkarê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê ragihand ku rewşa ewlehiyê li vî welatî xirab nîne lê hema wisa hin pirsgirêk ji wan bicihbûna 20 hezar endamên DAIŞ`ê yên çekdar li cihên curbicur ên Iraqê heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2018 05:46 Asia/Tehran
  • Bicihbûna 20 hezar endamên DAIŞ`ê yên çekdar li Iraqê

Alîkarê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê ragihand ku rewşa ewlehiyê li vî welatî xirab nîne lê hema wisa hin pirsgirêk ji wan bicihbûna 20 hezar endamên DAIŞ`ê yên çekdar li cihên curbicur ên Iraqê heye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Ebûmehdî El-Muhendis roja şemiyê li axiftinekê ku kanala El-Xedîrê ya Iraqê hin beşên v wê weşandin, got ku ev welata hîn jî hevcedarê hewldana  ji bo damezrandina  aramî û ewlehiyê ye.

 Wî sînorê navbera Iraq û Sûriyê û navça Hewîcê navendên bicihbûn û xebata DAIŞê da zanîn.

El-Muhendis got ku  berê ku DAIŞ`ê li Bexdayê operasyon cih dianî nêzîkî 120 endamên DAIŞ`ê li paytexta Iraqê hebûn lê niha 200 endamên DAIŞ`ê li vê navçê ne.

 Alîkarê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê her wiha teqez kir ku nabe rewşa ewlehiyê ya vî welatî xirab nîşan bidin lê rewşa ewlehiyê jî ne baş e û divê ji bo damezandina  aramî û ewlehiya zêdetir hewl bidin. berçavgirtina rewşa ewlehiyê bi taybet bi nêzîkbûna  li roja hilbijartinên  seranserî yên  parlemanî li Iraqê pir zêde bûye bi taybet ku  koma  terorîstî - tekfîrî ya DAIŞ`ê piştî çend mehan bêdengiya medyayî, vê dawiyê li daxûyaniyekê gef xwar bi taybet navendên dengwergirtinê û dengderên iraqî dê bidin ber êrişan.

 Li gorî ragihandina  komîsyona  hilbijartinên Iraqê, propaendeya  hilbijartinê ya vî welatî ku ji roja 14ê Nîsana buhurî destpê bûye, 24 sietan beriya destpêbûna dengwergirtinê dê kuta bibe. Hilbijartinên  parlemanî yên Iraqê roja 12 meha Gulanê dê were lidarxistin.

Heft hezar û 367 berbijarên  hilbijartinê ji 18 parêzgehên  Iraqê jibo bidestxistina 329 kursiyên  parlemanê dê bi hev re hevrikiyê bikin da ku piştî bijartina  endamên parlemanê, rewş ji bo bijartina  serokwezîr û serokkomarê vî welatî  pêk were.