Ebadî: Hinek ji qumandên Heşda Şeibî gef li min xwarin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288714-ebadî_hinek_ji_qumandên_heşda_Şeibî_gef_li_min_xwarin
Serokwezîrê Iraqê eşkera kir ku hinek ji rêberên Heşda Şeibî gef li wî xwarine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2018 11:50 Asia/Tehran
  • Ebadî: Hinek ji qumandên Heşda Şeibî gef li min xwarin

Serokwezîrê Iraqê eşkera kir ku hinek ji rêberên Heşda Şeibî gef li wî xwarine.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê televîzyona Skayî Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li rêûresma teblîxata hilbijartinê ya li parêzgeha Necefê gef li hin qumandên Heşda Şebî xwar ku ew ê hûrgiliyên li ser terorkirina serokê îdara malî ya Heşda Şebî ku bona nasandina gendelîkaran alîkariya dewletê kiribû, eşkera bike.

Wî destnîşan kir ku hin rêberên Heşda Şeibî li wî gef xwarine.

Ebadî li bara dewama van cure gefan hişyarî daye rêberên Heşda Şeibî.