Ebadî: Şertê sekevtinê li dewra piştî nebûna DAIŞê xebata li dij gendeliyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288710-ebadî_Şertê_sekevtinê_li_dewra_piştî_nebûna_daiŞê_xebata_li_dij_gendeliyê_ye
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh êvarê got: Şertê sekevtinê li dewra piştî nebûna DAIŞê xebata li dij gendeliyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2018 09:55 Asia/Tehran
  • Ebadî: Şertê sekevtinê li dewra piştî nebûna DAIŞê xebata li dij gendeliyê ye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh êvarê got: Şertê sekevtinê li dewra piştî nebûna DAIŞê xebata li dij gendeliyê ye.

Li gor nûçeya Mehr Newsê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî desnîşan kir ku serkevtina li hemberî DAIŞê û têkbirina vê koma terorîst ji gişt iraqiyan re girîng û bi nirx e û got: Netewê Iraqê roja îro dikarin bi avakiria welatê xwe mucizeyeke din bixuliqînin, lê şertê vê yekê kokbirkirina gendeliyê û yekitiya li hemberê mirovên fesadkar û gendelîkar e.

Hêzên iraqî bi alîkariya musteşarên îranî roja înê 17 mijdara 2017 karîn bajarê Rawe ya parêzgeha Enbara Iraqê wek bergeha herî dawiyê ya terorîstên DAIŞê ji bin destê wan derxin û kutayiyê bidin hebûna van terorîstan li Iraqê.