Plana ewlehiyê ya taybet a hilbijartinên Iraqê ji şemiyê ve dê cih were
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288672-plana_ewlehiyê_ya_taybet_a_hilbijartinên_iraqê_ji_şemiyê_ve_dê_cih_were
Berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê li bara destpêbûna cihanîna plana ewlehiyê ya taybetê hilbijartinên parlemanî yên vî welatî ji roja şemiyê bo mideha heftiyekê heya dema lidarxistina hilbijartinê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2018 15:19 Asia/Tehran
  •  Plana ewlehiyê ya taybet a hilbijartinên Iraqê ji şemiyê ve dê cih were

Berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê li bara destpêbûna cihanîna plana ewlehiyê ya taybetê hilbijartinên parlemanî yên vî welatî ji roja şemiyê bo mideha heftiyekê heya dema lidarxistina hilbijartinê agahî da.

 Li gorî rapora Kurdpress`ê, serleşkir Sed Mein berdevkê Wezareta kaên hundir a Iraqê îro pêncşemê li civîneke rojnamevaniyê li bajarê Bexdayê raghand ku cihanîna plana  ewlehiyê ya taybetê hilbijartinên  parlemana  vî welatî ji şemiya tê dê destpê bibe.

 Serleşkir Mein teqez kir ku plana  ewlehiyê ya taybetî hilbijartinên  parlemanî ku biryar e 12 vê mehê were lidarxistin bi çavdêriya  komîteyeke  bilind a ewlhiyê bi beşdariya hemî saziyên ewlehiyê û  îstixbaratî û bi hevdengiya  komîsiyona  xweser a hilbijartinan amade bûye.

 Li gorî gotina berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê, hêzên ewlehiyê yên vî welatî ji bo lidarxistina  hilbijartinên  parlemanî yên pêşber amade ne û hêza hewayî ya artêşê jî ji bo dabînkirina  ewlehiyê li roja dengdayînê tam amade ye.