Wezîrê karên derve yê Iraqê gihêşte Enqerê
Wezîrê karên derve yê Iraqê hevrê digel taximeke derecebilind bona gotûbêja tev karbidestên Tirkiyê gihêşte Enqerê.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê hevrê digel taximeke derecebilind bona gotûbêja tev karbidestên Tirkiyê îro pêncşemê gihêşte Enqerê.
Bingeheke wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku li vê sefera Ceferî bo Tirkiyê, birêveberên bankên navendî, birêveberên wezaretxanên plandanan, senet, bazirganî, av, elekterîk, perwerdehî û wezareta çandê û Qeyîs Amirî mişêwirê wezîrê karên derve û Udeyî Xeyrullah serokê îdara welatên cînar li wezareta karên derve jî digel wî çûne Tirkiyê.
Hatiye ragihandin ku Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê qirar e tev Mewlûd Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li bara peywendiyên navbera du welatan gotûbêjê bike.
Herwisa qirar e Ceferî tev Bulent Tifingçî wezîrê bazirganiya Tirkiyê jî hevdîtinê pêk bîne.