DAIŞ`ê êrişî devereke bakûra Bexdayê kir, 7 sivîl hatin kuştinê
May 02, 2018 05:01 Asia/Tehran
Têrorîstên DAIŞ`ê şeva buhurî êrişî devera Tarimîye li bakûra Bexdayê kirin ku di encamê de 7 sivîl hatin kuştinê.
Li gorî gotina çavkanîyên xwecî, di encama vê êrişê de 7 sivîl hatin kuştinê û 13 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihand ku hzên xwe li deverê bi cih kirine û pevçûna di navbera her du alîyan de didome.