Pêgiriya Îran û Iraqê li ser berfirehkirina hevkariyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288440-pêgiriya_Îran_û_iraqê_li_ser_berfirehkirina_hevkariyan
Balyozê Îranê li Bexdayê li ser rola girîng a mêdyayan li nêzikkirina nêrînên gelê Iraqê li warê stratijiyên pêşerojê li vî welatî her wiha pêşketina pêwendiyên navbera Îranê û Iraqê pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2018 14:42 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Îran û Iraqê li ser berfirehkirina hevkariyan

Balyozê Îranê li Bexdayê li ser rola girîng a mêdyayan li nêzikkirina nêrînên gelê Iraqê li warê stratijiyên pêşerojê li vî welatî her wiha pêşketina pêwendiyên navbera Îranê û Iraqê pêgirî kir.

Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê li hevdîtina xwe ya îro Duşemiyê digel Mueyid El Lamî, serokê Civata Rojnamevanên Iraqê li Bexdayê, pêşketina danûstandinên çandî û mêdyayî û cihanîna lihevkirinameyên heyî navbera du welatan hilkoland.

Mescidî bal kişande ser nêzikbûna hilbijartina parlimanî ya Iraqê di 12ê Gulana 2018an û careka din pêgirî kir ku Îran rêzê li deng û hilbijartina gelê Iraqê digire.

Serokê Civata Rojnamevanên Iraqê jî sipasiya rola girîng û bibandor a Komara Îslamî ya Îranê li warê piştgiriya ji Iraqê li warên cûrbicûr bi taybet li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê kir.

Heta niha li pişka mêdyayî lihevkirinameyin baş navbnera mêdyayên Îran û Iraqê bi armanca hevkariya li warê danûstandina berhemên mêdyayî û pêkanîna rêkarên guncan û munasib ji bo bikaranîna hêz û îmkan û derfetên mêdyayî û hewildana ji bo damezirandina ofîsên mêdyayî hatine îmzekirin.