Hejmareka endamên DAIŞê li Mûsila Iraqê hatin girtinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288310-hejmareka_endamên_daiŞê_li_mûsila_iraqê_hatin_girtinê
Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina herîkêm şeş kes ji endamên Koma têrorîst a DAIŞê li Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2018 06:45 Asia/Tehran
  • Hejmareka endamên DAIŞê li Mûsila Iraqê hatin girtinê

Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina herîkêm şeş kes ji endamên Koma têrorîst a DAIŞê li Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî kir.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Sumiriyê, Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku van endamên DAIŞê xwe li hin taxên Mûsilê veşartibûn.

Wezareta karên hundir a Iraqê heftiya bihurî jî qala girtina 20 kesên ser bi koma têrorîst a DAIŞê li rojhilata Mûsilê kiribû.

Di Tîrmeha sala 2017an, heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi awayê fermî ragihand ku Mûsil hatiye rizgarkirin.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê, hîn jî hejamreka vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê perate kiryarên têrorîstî pêk tînin.