Şandina kelûmelên eskerî yên Tirkiyê bo parêzgehên Dihok û Neynewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i285748-Şandina_kelûmelên_eskerî_yên_tirkiyê_bo_parêzgehên_dihok_û_neynewayê
Serokê fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li parlemana nûneran a Iraqê li bara kiryara Tirkiyê ya şandina kelûmelên leşkerî bo meqerên xwe yên leşkerî li du parzêgehên Dihok û Neynewayê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2018 12:58 Asia/Tehran
  • Şandina kelûmelên eskerî yên Tirkiyê bo parêzgehên  Dihok û Neynewayê

Serokê fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li parlemana nûneran a Iraqê li bara kiryara Tirkiyê ya şandina kelûmelên leşkerî bo meqerên xwe yên leşkerî li du parzêgehên Dihok û Neynewayê agahî da.

 Li gorî rapora Kurdpressê, Arêz Ebdullah li gotbêja bi ajansa El-Melûme re got: Li gorî raporan, Tirkiyê kelûmelên  eskerî şandine meqerên xwe li Başîqayê û Dihokê ku nîşan dide destdirêjiyên  Tirkiyê li dijî Iraqê dewam dikin.

 Ebdullah bal kişand ser vê yekê ku  peywira parastina ewlehî û aramiya Iraqê û heta Herêma Kurdistana Iraqê li gorî qanûna  bingehîn a Iraqê ser milê dewleta Federal e û ji parlemana  nûnran xwest bi pejirandina  qanûnekê, her curemudaxila li karûbarên  navxweyî yên Iraqê qedexe bike.

 Ji aliyê din ve yek ji rêberên YNK got: Enqerê ji bo parvekirina Herêma Kurdistanê bi du beşên Silêmanî û Hewlêrê hewl dide.

 Qiyas Sûrçî li gotûbêja bi malpera nûçan a Bexda El-Yewmê got: Enqerê ji bo parvekirina Herêma Kurdistnana Iraqê bi du beşên  îdarî yên Silêmnaiyê û Hewlêr û lawazkirina Herêma Kurdistana Iraqê hewl dide loma qedexetiya firînên  Tirkiyê bo balefirgehên  Silêmnaiyê bi armanca  pêknaîna  fitneyê  navbera kurdan  cih tê.

 Sûrçî teqez kir ku hemî hêzên  PKK ji çiyayê Şingalê derketine û tu endamek li vê navçê tine û ev hêz niha li çiyayên  Qendîlê bi cih bûne.

 Ji aliyê din ve yekî din ji rêberên  hevalbendiya  dewleta Qanûnê got: Helêwsta  Bexdayê li hember destirêjiya Tirkiyê cidî be.

 Ebas El-Beyatî ji rêberên  hevalbendiya dewleta qanûnê li parlemana  Iraqê got. Ger hêzên Tirkiyê derbasî navçên bakurê Iraqê bibin û qanûnên  navneteweyî binpê bikin Bexda dê  helwêstên  cidî û vebirr li dijî Enqerê hebe.