Bexdayê kontrola derbasgehea sînorî ji PKK istand
Berpirsekî iraqî raghand ku piştî hewahengiyên Bexda û Enqerê û nerezameniya Tirkiyê li hember hizûra koma PKK li bajarê Şingalê, Bexdayê konrola derbasgeheke sînorî ji vê komê istandiye.
Li gorî rapora Fertak Newsê, berpirsekî leşkerî yê Iraqê li parêzgeha Neynwayê ji rojnama El-Erebî El-Cedîd re raghand ku artêşa Iraqê, derbasgeha sînorî ya Xansorê li sînorê Sûriyê ji hêzên PKK standiye û niha artêşê û Heşda Îzedî li derbasgehê bi cih bûne.
Tirkiye li bara bicihbûna endamên PKK li bajarê Şingalê pir aciz û nerazî ye û gef xwaribû ku dê êrişkeke giran bike ser meqerên vê komê li vî bajarê Iraqê. Duh serokwezîrê Tirkiyê vê gefa xwe dev berda û li gotbêja bi Heyder Ebadî hevtayê xwe yê iraqî re raghand ku Tirkiye bêyî hewahengî û destûra Bexdayê, dê nekeve tevgera eskerî.
Her wiha berpirsekî leşkirê 15an a artêşa Iraqê jî raghandiye ku endamên PKK meqerên xwe li Tel El-Benatê li başûrê Şingalê vala kirine û evder terikandine. Li gorî gotina vî berpirsê iraqî, ev endamên çekdar ber bi sînorê Sûriyê û Iraqê û ber bi bajarê Hesekê ve çûn ku nêzîkî 80 km ji bajarê Şingalê li Iraqê dûr in.
Endamên PKK ji sala 2014`an li çiyayên Şingalê bi cih bûne dema ku DAIŞ`ê kontroal bajarê Şingalê ku piraniya gelleya wê êzdî bûn, bi dest xist.