Ebadî: Hêzên biyanî li Iraqê kêm dibin
Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser hizûra eskerên Tirkiyê li nav axa Iraqê û ragihand: Bona kêmbûna hejmara eskerên biyanî li nav axa Iraqê wextek kifş bûye.
Pêştir jî parlemana Iraqê bi fermî ji dewleta Bexdayê xwestibû wextekê bona derketina hêzên biyanî ji wan hêzên amerîkî ji nav axa vî welatî kifş bike.
Piştî işkesta terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê gelek ji xelk û aliyên siyasî yên Iraqê ji Bexdayê xwestin ku bila hêzên biyanî ji wan eskerên amerîkî li nav vî welatî nemînin.
kiryarên bi serê xwe yên eskerên amerîkî li nav axa Iraqê bûye sebeb ku gelek ji xelk û aliyên siyasî ji Bexdayê bixwazin ku ev hêzên amerîkî bila li nav axa Iraqê nemînin.
Li gor rapora Fars News`ê, Heyder Ebadî li Press konferansa xwe ya duh sêşemê li Bexdayê bal kişande ser viya ku hêzên iraqî bi xwe sînorên xwe diparêzin ragihand ku li gor demekî kifşbûyî dê hêzên biyanî li nav Iraqê kêm bibin.
Ebadî herwisa ragihand ku projeya parçekirina axa Iraqê nerawestaye û DAIŞ yek ji van pîlanan bûye.
Ebadî herwisa li bara hilbijartina nav Iraqê jî got: Hilbijartina parlemanî ya Iraqê dê li wexta xwe ya kifşbûyî yanî 12 Gulanê dê birê keve.
Wî got: Dewleta Iraqê pêbendî qanûna bingehîne xweye û îznê naye tu grûpekê ku ji nav axa vî welatî destdirêjiya ser axa cînaran bike.