Fermandeyê opêrasyona hevpar a Iraqê: Tu hêzeke bîyanî nehatîye Şingalê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i285606-fermandeyê_opêrasyona_hevpar_a_iraqê_tu_hêzeke_bîyanî_nehatîye_Şingalê
Fermandeyê opêrasyona hevpar a Iraqê ragihand ku tu hêzeke bîyanî derbasî sînorê parêzgeha Nêynewayê û devera Şingalê nebûye.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Adar 26, 2018 12:21 Asia/Tehran
  • Fermandeyê opêrasyona hevpar a Iraqê: Tu hêzeke bîyanî nehatîye Şingalê

Fermandeyê opêrasyona hevpar a Iraqê ragihand ku tu hêzeke bîyanî derbasî sînorê parêzgeha Nêynewayê û devera Şingalê nebûye.

Li gorî daxûyanîya fermandetîya opêrasyona hevpar a artêşa Iraqê pêgirî hatîye kirin ku Şingal di bin kontrola hêzên iraqî da ye û tu hêzeke bîyanî jî li ser sînorê Iraqê neketîye liv û tevgerê.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye ku fermandetîya opêrasyona hevpar a artêşa Iraqê derbasbûna hêzeke bîyanî ji sînorê Iraqê û hereketa ber bi Şingalê ve derew zanî.

Berî vîya Raid El Korî fermandeyê mêhwera bakûr yê hêzên Heşdi Şeibî destpêbûna opêrasyona artêşa Tirkîyê li dijî Şingalê ret kir.

Receb Teyîb Erdogan, ji destpêbûna operasyona leşkerî ya welatê xwe li navça Şingalê li bakûrê Iraqê agahî da û got: Min berî niha gotibû eger endamên PKK`ê birevine Şingalê, em ê li wir jî dijî wan operasyona cih bînin. Erdogan yekşemiyê dema axiftina li şeşemîn kongireya parêzgahê ya Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) li bajarê Trabozonê ya Tirkiyê got. Me berî niha ragihandibû ku eger ji bo kontrolkirina terorîstan li Qendîl û Şingalê jî karek cih neyê, em ê bikevin tevgerê.

Wî bi gotina vîya ku em ne dewleta dagirkir in, dîyar kir: Têkoşîna me li hemberî têrorîstan li nav û derveyî welêt dê bidome û ev meseleya tenê Efrînê nagire ber xwe.

Konseya Rêvebir a PKK`ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku li Şingalê û derdora wê ewlehî hatiye pêkanîn û hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna daxwazên êzidiyan ketiye nava tevgerê û ji ber vê yekê ew hêzên xwe yên li Şingalê vedikişînin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku êzidiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi hikûmeta Iraqê re dest bi hevdîtin û gotûbêjan kirin û hikûmeta Iraqê jî piştî wan hevdîtinan li hember daxwazên êzidiyan kete nav hewldanan. Êzidiyan, piştî ku DAIŞ bi temamî ji derdora Şingalê avêtin, bi hikumeta Iraqê re têkilî danîn û hewl dan pirsgirêkên xwe bi rêya hevdîtinan çareser bikin. Hikumeta Iraqê jî bi têkiliya ku li Şingalê bi Êzidiyan re danî, ji bo bersivê bide daxwazên Êzidiyan kete nava hewldanan.”

Konseya Rêvebir a PKK`ê herwiha ragihand: Tê dîtin ku dewleta Tirkîyê û hin hêzên din hewl didin Kurdan û Iraqê li ber hev rakin. Dewleta Iraqê guh nade polîtîkayên bi vî rengî yên dewleta Tirkîyê û bi hesasiyet nêzî xwerêveberî û ewlekariya civaka me ya Êzidî dibe, lewma em ê hemû hêzên xwe ji Şingalê vekişînin.