Iraqê li hemberî gefên Erdogan bersiv da
Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku Tirkiyê ti operasyoneke leşkerî li Şingalê dest pê nekirîye û dîyar kir, her êrîşeke derveyî ya li ser xaka Iraqê pêkbê, dê bêdeng nemînin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji ajanseke Iraqî re ragihand, “Hikûmeta federal a Iraqê derbarê destpêkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Şingalê, ti agahî nedane Wezareta Berevaniya Iraqê.”
Herwaha got: “Agahiyên destpêkirina operasyona Tirkiyê li Şingelê dûrî rastiyê ne.”
Lîwa Tehsîn Xefacî ragehand: “Hikûmeta Bexdayê li hember destwerdana leşkerî ya derveyî bêdeng namîne. Operasyona Tirkiyê heger rast ba, dê agahiyên hikûmetê û Wezareta Berevaniyê jê heba.”
Ev daxuyaniya Wezareta Berevaniya Iraqê piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan îro li Kongreya 6`em a AKP`ê li bajarê Trabzonê gotibû: “Operasyona Şingalê destpê kiriye.”
Tirkiye dibêje, çekdarên PKK`ê li Şingalê ne û Tirkiye wek Efrînê dixwaze derbasî navçê bibe.
Eva li halekî ye ku rêveberê nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokî diyar kir ku endamên PKK`ê îro tam ji Şingalê vekişîyan û li şûna wan hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hatin bicihkirin.
Wî anî zimîn ku îro hemû hêzên PKK`ê ji Şingalê vekişiyan û û got, "Niha li wir tenê hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê hene, ku hejmara wan bi qasî hezar kesî ye."
Hêjayî gotinê ye ku PKK`ê di 23`yê Adarê de biryar dabû ku hêzên xwe yên li Şingalê vekişîne.