Pêgiriya dubare ya Amerîkayê li ser dewama hebûna leşkerî li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i285462-pêgiriya_dubare_ya_amerîkayê_li_ser_dewama_hebûna_leşkerî_li_iraqê
Berdevkê Fermandetiya opêrasiyonê ya Amerîkayê li Rojavaya Iraqê li ser pêwîstî û dewama hebûna leşkerî ya welatê xwe li Iraqê pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2018 07:39 Asia/Tehran
  • Pêgiriya dubare ya Amerîkayê li ser dewama hebûna leşkerî li Iraqê

Berdevkê Fermandetiya opêrasiyonê ya Amerîkayê li Rojavaya Iraqê li ser pêwîstî û dewama hebûna leşkerî ya welatê xwe li Iraqê pêgirî kir.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Berdevkê Fermandetiya opêrasiyonê ya Amerîkayê li Rojavaya Iraqê, Sêyş W Welsom got: Tevî derbasbûna 15 salan ji destpêka êrîşa leşkerî ya Amerîkayê dijî Iraqê, hema wisa hewcetî bi hebûna hêzên amerîkî li vî welatî heye.

Sêyş W Welsomî îdia kir: Tevî azadkirina parêzgeha Enbarê û navçeyên rojavayî yên Irqê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞê, hêzên amerîkî hema wisa divê ji bo alîkariya bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê û tesbîtkirina destkeftên xwe li vî welatî bimînin.

Tevî dijayetiya yekparçe ya iraqiyan û biryara parlimana vî welatî ji bo derketina leşkerên amerîkî ji Irqê, Waşîngton şerê dijî DAIŞê wek mehneyek ji bo mayîna hêzên xwe li Irqê bi kar tîne.

Piştî ragihandina têkçûna Koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê gellek ji partî, kesayetî û mêdyayên iraqî bal kişandin ser pêwîstnebûna mehneya hebûna leşkerên biyanî di bin navê Hevpeymaniya Qaşo Navneteweyî ya dijî DAIŞê li welatê xwe, zêdetir ji berê daxwaza derketina van çekdaran ku pirranî hêzên amerîkî ne, kirine.

Bi dewama daxwazên ji bo derketina çekdarên biyanî (Amerîka), Parlimana Iraqê jî bi pesendnameyekê ji dewleta vî welatî xwest ku Pêvajoya demî ji bo derketina hêzên leşkerî yên biyanî ji vî welatî tayîn bike.

Koma têrorîst a DAIŞê di sala 2014an da bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrîşa li ser Iraqê, beşin berfireh ji navçeyên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Hêzên iraqî bi alîkariyên misteşarî û şêwirmendiyên Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê, 14ê Mijdara sala 2017an, bajarê Raweyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê wek dawîn baregeha vê koma têrorîst anku DAIŞê azad kirin. Bi azadkirina vî bajarî di emel da krê DAIŞê li Irqê bi dawî hat.