Bexdayê destdirêjiya Tirkiyê ser axa Iraqê şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê êvara pêncşemiyê bi daxûyaniyekê dewama destdirêjiya hêzên Tirkiyê li ser axa Iraqê şermezar kir û ragihand ku ev karana dê tu alîkariyekê bo pêşketina pêwendiyên du welatan neke.
Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê, Ehmed Mehcûb careka dijn li ser helwêsta welatê xwe ya nepejirandina hebûna her cûre hêza çekdar li axa Iraqê an êrîşa leşkerî ji liyê her yek ji welatên cînar pêgirî kir.
Tirkiyê di salên dawî da bi caran bi mehneya serkutklirina hêzên PKKê destdirêjiya ser axa Iraqê kiriye. Ev destdirêjî tûşî berteka tund a dewleta Iraqê û welatên din ên cîhanê bûye.
Ji ber êrîşa roja Pêncşemiyê ya firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê li ser gundên Mavan, Qesan û Serkînanê li parêzgeha Hewlêrê li bakurê Iraqê 4 welatiyên sivîl ên iraqî hatin kuştin ku ev destdirêjiya herî nû ya Tirkiyê li ser axa Iraqê ye.
Artêşa Tirkiyê bi hevkariya koma çekdar a nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê jî ji 20ê Çileya 2018an va êrîşên xwe yên leşkerî bi armanca ragihandî ya jinavbirina hêêzn PKK, PYD û YPGê li ser Efrînê li bakurê Sûriyê dest pê kirin.
Tirkiyê beriya viya jî êrîşek bi navê Mertala Firatê li bakurê Sûriyê pêk anîbû.
Dewleta Sûriyê êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li ser axa xwe wek dagirkerî û binpêkirina hakimiyeta xwe da zanîn û ew şermezar kir.
Gellek ji rûniştiyên bajarê 350 hezar kesî yê Efrînê piştî êrîşa hêzên Tikriyê û çekdarên koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê neçar man terka war û malên xwe bikin.
Bajarê Efrînê rj Yekşemiyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va hat dagirkirin.
Çekdarên koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê piştî dagirkirina bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê ev bajara talan kirin.