Revîna rûniştiyên Şingala Iraqê piştî gefa leşkerî ya Tirkiyê
Nûnera kurdên êzdî li parlimana neteweyî ya Iraqê roja Çarşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Li pey tehdîd û gefa leşkerî ya Erdoxanê serokomarê Tikriyê, gelê bajarê Şingalê li halê terka cihê jiyana xwe ne.
Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê, 19ê Adara 2018an, bi gotinekê qala hitmala pêkanîna êrîşa leşkerî li ser bajarê Şingalê li bakurê Iraqê ji aliyê artêşa Tirkiyê bi armanca jinavbirina endamên PKKê li vê navçeyê kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Nûnera kurdên êzdî li parlimana neteweyî ya Iraqê, Viyan Dexîlê tevî diyarkirina fukar û dilgiraniya xwe ji gotinên Erdoxanê serokomarê Tikriyê li bara hitmala êrîşa leşkerî li ser herêma Şingalê, ji dewleta navendî ya Iraqê xwest ku helwêsta xwe li bara gefa ciddî ya Erdoxên li dijî Şingalê ragihîne.
Dexîlê tevî hişyarîdana li bara xeter û metirsiya li ser canê zêde ji 10 hezar malbatên êzdî ku li navçeyên Çiyayî yên Şingalê heye, ji civaka navneteweyî xwest ku bigihêje hawara kurdên êzdî li vê navçeyê, ji ber ku ewna hîn ji rencê cinayetên DAIŞê nefilitîne û her cûre bêewlehîtiya nû li vê navçeyê teqez dê karesatek însanî ya din pêk bîne.
Koma têrorîst a DAIŞê piştî dagirkirina gundê çend hezar kesî ya Kocoyê li derdora Şingalê di havîna sala 2014an da, mêrên wê derê tev kuştin û bi sedan jin û zarok dîl girtin.