Nerizamendiya Bexdayê li hember operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakûra Iraqê
Wezîrê karên derve yê Iraqê, li hevdîtina bi alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê, operasyona leşkerî ya vî welatî li bakûra Iraqê da ber rexneyan.
Li gorî raproa Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Îbrahîm El Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, îro çarşemiyê, li hevdîtina bi Ehmed Yildiz, alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê, li Bexdayê, operasyona leşkerî ya vî welatî li bakûra Iraqê û derbasbûna hêzên tirkiyeyî ji sînorên Iraqê rexne kirin û li ser pêwîstiya rawestandina operasyonên bi vî rengî pêgîrî kir.
Îbrahîm Ceferî, got: Iraq qet wê îzn nede welatên cînarê xwe ku li axa vî welatî operasyona leşkerî cih bînin.
Ehmed Yildiz, alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî li hember wê ji îbrahîm Ceferî xwest Komîteya Hevpar a Iraq û Tirkiyê, demlidest li bajarê Enqerê, civînekê li dar bixe.
Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, di encama êrişên hewayî û bejahî yên roja sêşemiyê ser bakûra Iraqê de, 12 endamên Partya karkerên Kurdistanê (PKK) hatine kuştin.