Ebadî têkildarî kiryarên têrorîstên DAIŞ`ê hevgavê hilbijartinên parlimanê hişyarî da
Adar 21, 2018 12:23 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê têkildarî kiryarên ihtimalî yên têrorîstê yên DAIŞ`ê hevgavê hilbijartinên parliamna vî welatî ku yê di 12`ê Gulanê de bên lidarxistin, hişyarî da.
Li gorî rapora ajansa nûçan a AL Naşerê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê herwiha got, welatê wî tu destwerdana bîyanîyan li hilbijartinan qebûl nake.
Ebadî atmosfera vekirî ya ji bo welatên bîyanî ji hêla dewleta Bexdayê va sedema zêdebûna pêbawerîya civaka cîhanî li bara Iraqê zanî û got: Encamên vê pêbawerîyê bi aşkirayî wek piştgirîya giştalî ya cîhanê ji Bexdayê xûya dikin.
Wî herwiha kiryarên vê dawîyê yên rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ser xêra welatîyên kurd zanî û ji hemî alîyên kurd xwest ku çavdêrîyê li ser parvekirina miaşên karmendan bikin.