Cinayeta nû ya DAIŞê li Iraqê / 6 welatiyên asayî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i285204-cinayeta_nû_ya_daiŞê_li_iraqê_6_welatiyên_asayî_hatin_kuştin
Çeteyên koma têrorîst a DAIŞê êvara Sêşemiyê bi kincên berpirsên ewlehiyê bi danîna rawestgeha lêgerînê li bakurê Bexdayê şeş welatiyên iraqî kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 21, 2018 06:52 Asia/Tehran
  • Cinayeta nû ya DAIŞê li Iraqê / 6 welatiyên asayî hatin kuştin

Çeteyên koma têrorîst a DAIŞê êvara Sêşemiyê bi kincên berpirsên ewlehiyê bi danîna rawestgeha lêgerînê li bakurê Bexdayê şeş welatiyên iraqî kuştin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, fermandetiya Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ragihand ku têrorîstên DAIŞî bi kinc û formên hêzên ewlehiyê û bi danîna rawestgeha lêgerînê navbera du navçeyên Xormatû û Daqûqê li 130 kîlomitriya bakurê Bexdayê erebeyên ku ketibûn rêzê, dane ber gulleyê.

Li vê kiryara têrorîstî 21 welatiyên iraqî jî birîndar bûn.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê, hîn jî hejmareka çeteyên vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê berbelav dest bi kiryarên têrorîstî dikin.

Koma têrorîst a DAIŞê di sala 2014an da bi piştevaniyên malî û çekdarî yên Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrîşa li ser Iraqê, pişkin berfireh ji navçeyên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Hêzên iraqî bi alîkariyên misteşarî û rawêjkariyên Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê, 17ê Mijdara 2017an karîn bajarê Raveyê liparêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê wek dawîn baregeha DAIŞê li Iraqê azad bikin. Bi azadkirina vî bajarî karê DAIŞê li Iraqê di pratîkê da bi dawî hat.