Iraq: Em amade ne li dijî PKK`ê hevkariya Tirkiyê bikin
Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ji rayedarên Hikûmeta Tirkiyê re ragihand ku Bexda amade ye ku ji bo operasyona leşkerî ya li hember PKK`ê ya li Herêma Kurdistana Iraqê û deverên derdora wê, alîkariya Enqere bike. Rayedarên Tirkiyê jî pêgirî li ser piştgîriya xwe derbarê danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Parlementoya Iraqê Ebdulmelîk Hisênî ji Rûdawê re ragihand: “Serokê Parlementoya Iraqê tekez kiriye ku hebûna hêzên çekdar nemaze PKK`ê li ser axa Iraqê ku bibe gef li ser asayişa, Iraq amade ye alîkariya Komara Tirkiyê bike ji bo jinavbirina wê diyardeyê.”
Ebdulmelik Hisênî li ser çawaniya alîkarîya Iraqê bo Tirkîyê li operasyona dijî PKK`ê de diyar kir: “Ev karê hikûmeta Iraqê ye û rayedarên Tirkiyê ji wan re ragihandine ku van demên dawîyê li ser vê mijarê bersivên erênî gihiştine rayedarên Iraqê.”
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Parlementoya Iraqê Ebdulmelîk Hisênî amaje bi wê yekê jî kir ku “Selîm Cibûrî ligel rayedarên Tirkiyê li ser peywendiyên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine û rayedarên Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo gotûbêj û danûstanên navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan dane û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêjan dikin.”
Ebdulmelîk Hisênî behsa wê yekê jî kir ku “Li Enqerê di hevdîtin û civînan de li ser mêkanîzma hevkariya ewlehî, îstixbaratî û guhertina tohmetbaran û kesên ku peywendiyên wan bi rêxistinên DAIŞ`ê re hene gotûbêj kirine”.
Roja pêncşemê (15-03-2018) Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî serdana Tirkiyê kir û ligel rayedarên wî welatî civiya. Berî niha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku bi hevahengiya ligel Iraqê dê operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên PKK`ê pêk bînin.