Pêgirîya ayetulah Sîstanî ser dewama pêwîstîya Iraqê bi hêzên Heşdi Şeibî
Fermandarekî Hêzên Heşdi Şeibî ku nêzîkî merceê Iraqê ye got ku ayetulah Sîstanî hela jî pêgirîyê li ser pêwîstîya dewleta Iraqê bi hêzên Heşdi Şeibî dike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Meysem Zêydî fermandarê çiqa Heşdi Şeibîyê ya bi navê Hêzên Hezret Ebas (S) îro herwiha got: Pêwîst e ku hêzên Heşdi Şeibî ku li gorî fitwaya ayetulah Sîstanî merceyê pilebilind ê Iraqê hatîye avakirin were parastinê ta ku morala cehadî ya vê hêzê zîyanê nebîne.
Vî fermandarî bal kişand ser rola taybet a hêzên Heşdi Şeibîyê li azadkirina deverên di bin dagirkerîya têrorîstan li Iraqê da û piştgirîya ji dayîna miaşê bo personelên van hêzana yek ji ewlewîyetan zanî û piştgirî da fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji bo wekhevkirina miaşên wan digel miaşên hêzên din.
Parlimana Iraqê di sala 2016`an de qanûnek pejirand ku li gorî wê hêzên Heşdi Şeibî bibe çiqeke hêzên çekdar ên Iraqê û bi awayekî rasterast ji serokwezîr, fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê fermanê wergire. Ev hêza piştî êrişa DAIŞ`ê ser bakûra Iraqê di Hezîrana sala 2014`an de li gorî fitwaya ayetulah Sîstanî hat pêkanînê.