Ebadî: Her cûre pevçûna li navçeyê dibe sebeba diyarbûna têrorîsmê
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê hişyarî da ku her cûre pevçûna li navçeyê dibe sebeba diyarbûna têrorîsmê.
Li gorî rapora IRNAyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja şemiyê li rêûrisma rêzgirtina Roja Şehîdan û salvegera şehîdbûna ayetullah seyd Mihemed Baqir Hekîm li Bexdayê her wiha got: Îro rojê Iraqê cîgeha xwe li nav welatên cînar û Rojhilata Navînê bi dest xistiye.
Serokwezîrê Iraqê got: Bexda li dû pêkanîna pêwendiyan li ser esasa berjewendiyên neteweyî ye û nabe ku di vê navberê da dudestetî pêk were û nabe ku tenê aliyek were berçavgirtinê.
Heyder Ebadî her wiha bal kişande ser cîgeha şehîd Mihemed Baqir Hekîm û got: Roja îro riya zanist, cîhad, şehîdbûn her wiha bîreweriya zanayekî tê rêzgirtin ku zanist û pêngavrakirin bi hev ra kirin yek û karî xwe bigihîne serwerên bihîştê.
Serokwezîrê Iraqê got: Zorbêjî û têrorîsmê tu ferq xwe bi hev ra tunînin, belkî her du li dû wê ne ku ji bo serdestiya li ser xelkê, aliyê hember ji ser riya xw erakin.
Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser vê yekê ku serkeftinê pêwîstî bi yekîtî û hevgirtinê heye û got: Iraq di her meydanên têkoşîna dijî zorbêjî û têrorîsmê bi xwîn û fîdakariyên gelê xwe bi ser ketiye.