Ebadî: Hejmara hêzên emerîkî li Iraqê kêm dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284871-ebadî_hejmara_hêzên_emerîkî_li_iraqê_kêm_dibe
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên vî welatî got: Bernameyek ji bo kêmkirina hejmara hêzên Emerîkayê li Iraqê hatiye amadekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2018 14:57 Asia/Tehran
  •  Ebadî: Hejmara  hêzên emerîkî li Iraqê kêm dibe

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên vî welatî got: Bernameyek ji bo kêmkirina hejmara hêzên Emerîkayê li Iraqê hatiye amadekirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, nivîsgeha medyayî ya serokwezîrê Iraqê roja îniyê li daxûyaniyekê  li bara gotûbêja  telefonî ya Mayk Pêns alîkarê serokkomarê Emerîkayê tev Heyder Ebadî agahî da.

 Ebadî li vê gotûbêjêj ji rayedarê emerîkî re got ku dewleta wî ji bo kêmkirina  hejmara misteşarên  emerîkî û fêrkarên  eskerî yên Emerîkayê  bernameyek  amade kiriye.

  Serokwezîrê Iraqê her wiha  bal kişand ser hêz û amadetiya  zêde ya hêzên  eskerî û ewlehiyê yên Iraqê û hewldana  dewletê ji bo xurtkirina sazî û dezgehên  hakimiyetê û got: Em li dû damezrandina  rewşa siyasî ya  bihêz û ewleh li welêt  in ku bikaribin pêşiya  mudaxila biyaniyan û lawazkirina  hakimiyeta  neteweyî ya Iraqê bigrin.

 Ebadî li bara kêmkirina  hêzên emerîkî li Iraqê piştî raghandin  serketina eskerî ser DAIŞ`ê got: Dê hejmara van hêzana kêm bibe û biqasî pêdivî  dêalîkarî bighêjine   saziyên  eskerî û ewlehiyê yên Iraqê jibo pergalkirina  Iraqê bi  ezmûnên  navneteweyî li warê hîndekarî û piştgiriyê.