Serokê parlimana Iraqê serokomarê vî welatî l iser vegerandina bûcê rexne kir
Serokê parlimana Iraqê, serokomarê vî welatî bi binpêkirina destûra bingehîn a vî welatî tawanbar kir.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê got ku Fuad Meisûm bi hegera neyarîya li hemberî pejirtandina bûca giştî ya welêt û zivirandina wê bo parlimanê, destûra bingehîn binpê kirîye.
Serokê parlimana Iraqê got: Piştî ku parlimana Iraqê destûrek pejirand, erka wê tineye ku careka din ewê bixe ber nîqaşê û yan bi awayekî cida xalên wê bipejirîne.
Fuad Meisûm serokomarê Iraqê roja sêşemê li dijî qanûna bûca giştî ya welêt derket û ew ser parlimanê de zivirand ta ku meclis anegorî destûra bingehî venihêrînê li nijyar û mijara wê bike.
Parlimana Iraqê destpêka meha Adarê de bûca giştî ya vî welatî pejirand.
Kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji vê bûcê, yek ji hegerên sereke yên nakokîya di navbera alîyên kurd û dewleta navendî de bû.