Hilkolandina mijara hebûna eskerên amerîkî li Iraqê ji hêla endamên parlimana Iraqê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283435-hilkolandina_mijara_hebûna_eskerên_amerîkî_li_iraqê_ji_hêla_endamên_parlimana_iraqê_ve
Nûnerê Feraksiyona hevalbendiya netewî li parlemana Iraqê got: Hinek ji nûnerên parlemanê dil hene li ser dosiya hizûra eskerî ya Amerîka li nav axa Iraqê lêkolînê bikin û pêşniyarên xwe li vê barê radestî dewleta Bexdayê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2018 16:22 Asia/Tehran
  • Hilkolandina mijara hebûna eskerên amerîkî li Iraqê ji hêla endamên parlimana Iraqê ve

Nûnerê Feraksiyona hevalbendiya netewî li parlemana Iraqê got: Hinek ji nûnerên parlemanê dil hene li ser dosiya hizûra eskerî ya Amerîka li nav axa Iraqê lêkolînê bikin û pêşniyarên xwe li vê barê radestî dewleta Bexdayê bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ferat El-Şeri nûnerê Feraksiyona hevalbendiya netewî li parlemana Iraqê îro duşemê destnîşan kir: Hizûra eskerî ya Amerîka li nav axa Iraqê ku hejmara wan nîzikî 9 hezar kes e, bûye sebeba nîgeraniya xelkê li kombûnên giştî û siyasî.

Ferat El-Şeri ragihand ku Amerîka bi hizûra xwe ya eskerî li nav axa Iraqê li fikra hedef û armancên xwe li nav Iraqê û li navçê ye û hebûna aloziya nav Iraqê kiriye mihane bona ku eskerên xwe li nav welatê me ragire .

Ednan Esedî nûnerê dine parlemana Iraqê jî got: Niha tu hewcetiyek bi hizûra eskerî ya amerîkiyan li Iraqê tune û parlemana Iraqê îzna mayîna eskerên amerîkî li nav axa Iraqê nade.

Serokê Komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana  Iraqê jî pêştir ragihandibû ku ji ber kutabûna şerê li hember terorîstên  DAIŞ`ê li Iraqê, bicihbûna  zêde ya eskerên  emerîkî cihê pirsê heye.

 Hakim El-Zamolî destnîşan kir ku eva ku em fikir bikin Emerîka ji bo parastina  ewlehiyê û pêvajoya siyasî hatiye Iraqê, fikreke  şaş e.

 Serokê Komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana  Iraqê diyar kir: Ji ber van muzakiran nebû ku hejmareke  zêde ji hêzên  emerîkî ji Iraqê li sala 2011an  çûn, belkî komên  berxwedana  Îslamî ay Iraqê bûn sedem eskerên  Emerîkayêji Iraqê derkevin.

 Ev helwêsta  emerîkiyan ku li berûvajiya xwesta dewletê û tevgerên  siyasî û raya giştî ya Iraqê ye, rastî dijberî û kerb û kîna  giştî li nava Iraqê hatiye.

 Hêzên emerîkî  ku li sala 2011`an  ji ber işkestên berdewam, neçar man terka axa Iraqê bidin li sala 2014`an  bi mehna rawestana li ber DAIŞ`ê û tev  hevalbendiyeke  navneteweyî cardinê derbasî nava  Iraqê bûn.