Bersiva Bexdayê bo gefa Waşîngtonê li bara kirrîna Pergala S400ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283389-bersiva_bexdayê_bo_gefa_waşîngtonê_li_bara_kirrîna_pergala_s400ê
Berdevkê dewleta Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hîn tu biryarnameyek di navbera Bexdaq û Moskoyê ji bo kirrîna pergala berevaniya mûşekî ya S400a Rûsiyê nehatiye wajokirin, ji mafê welatê xwe yê kirrîna çekan ji her welatekî berevanî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2018 09:14 Asia/Tehran
  • Bersiva Bexdayê bo gefa Waşîngtonê li bara kirrîna Pergala S400ê

Berdevkê dewleta Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hîn tu biryarnameyek di navbera Bexdaq û Moskoyê ji bo kirrîna pergala berevaniya mûşekî ya S400a Rûsiyê nehatiye wajokirin, ji mafê welatê xwe yê kirrîna çekan ji her welatekî berevanî kir.

Li pey weşandina hin nûçeyan li bara kirrîna pergala berevaniya ,ûşekî ya S400a Rûsiyê ji aliyê Bexdayê va, Waşîngtonê li bara dûhatên karekî visa hişyarî da Iraqê û dewletên din û ragihand: Dê li bara welatin visa li ser esasa qanûna sekinîna li hemberî dijminên Amerîkayê ji riya boykotan (KATSA) pêngav bê rakirin.

Li gorî rapora roja Duşemeiyê ya Fars Newsê, ,Seid Hedîsîyê berdevkê serokwezîrtiya Iraqê li gotûbêja bi rojnameya El Quds El Erebiyê got: Biryarnameya kirrîn û anîna pergala berevaniya mûşekî ya S400ê tenê li mêdyayan hatiye hilêxistin û ev yek jî têkildarî babetên siyasî nîne, belkî têkildarî babetên leşkerî û têknîkî ye.

Berdevkê ofîsa Heyder Ebadî her wiha got: Wezareta berevaniyê ya Iraqê tenha alî ye ku pênase, teşe û çavkaniya çekên ku tên nav Iraqê diyar dike û dikare bi her aliyekî li dinyayê ji bo kirrîna çekan bikeve danûstandinê.

Koma Berxwedana Îslamî ya bi navê "Tevgera Esaêba Ehlê Heq" ya Iraqê jî bi ragihandina vê yekê ku Amerîkayê mafê xwe destwerdana li bara çekên kirrî ji aliyê dewleta Iraqê va tine, destnîşan kir: Amerîka piştî firotina çekan bo Bexdayê nikare li bara bikaranîna wan ji aliyê artêş an Heşdê Şeibî va mudaxileyê bike.

Waşîngtonê vê dawiyê bi mehneya vê yekê ku Heşdê Şeibî çend tankên pêşketî yên amerîkî ku firotibûn Bexdayê, girtine destê xwe, xwest ku ewna bo artêşê bên vegerandin.